> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Li Batmanê bi minasebeta 21ê Sibatê panelek hat lidarxistin
- URL: https://www.botantimes.com/li-batmane-bi-minasebeta-21e-sibate-panelek-hat-lidarxistin/
- Published: 2024-02-23T06:45:23.000Z
- Updated: 2024-02-23T06:45:23.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, 2023, Amed, DIYARBEKIR, Kurd, Kurdî, Rojnameger, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Li Batmanê, bi minasebeta 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî Ya Cîhanî panelek hate lidarxistin.

Panela bi navê “Statû û Perwerdehîya Bi Zimanê Kurdî” li Salona Prz. Tahîr Elçî ya Baroya Batmanê di 13.30an da dest pê kir û di 15.30an da bi dawî bû. Panel bi hevkarîya Şaxa Batmanê ya Komeleya Nûbiharê, Şaxa Batmanê ya Egîtîm-Senê, ARÎ-DER û Komeleya Ehmedê Xanê hate lidarxistin.

Moderator Nuh Bozkur behsa dîroka 21ê Sibatê kir ku çawa bûye Roja Zimanê Dayîkê Ya Cîhanî û panelîst bi beşdaran dane nasîn.

Lêkoler û zimanzan Resûl Geyîk di bernameyê da behsa proseya derketina kovara Hawarê, cihê kovara Hawarê li ser ronakbîrîya kurdan û rê û metodên ku ji bo xilaskirina zimanan hatine tetbîqkirin, guherîna alfabeya kurdî, muhîmîya muhafezekirina zimanê zikmakî, cihê tercime û kulturê ya di parastina zimanê zikmakî da kir.

Panelîst Fatma Budak Guler behsa mijara Jin û Ziman, rola jinan ya di hînkirina zimanê dayîkê da herwiha muhîmîya perwerdehîya bi zimanê zikmakî ya li ser geşedana zarokan û ji alîyê psîkolojîk ve muhîmîya zimanê zikmakî kir.

Panelîst Mela Silêman Kurşun behsa zimanê dayîkê yê di çavkanîyên dînî da û nêrînên Îslamî ya li ser parastina zimanê dayîkê, cihê medreseyên kurdan yê di muhafezekirina zimanî da û rola pêşketin û muhîmîya berhemên klasîk a di parastina zimanê kurdî da kir.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2024/02/IMG-6.jpg)

Di panelê da li ser hindê hat sekinîn ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdehîyê. Di dawîya panelê da ji beşdaran çend pirs hatin girtin û ji alîyê panelîstan ve hatin besivdayîn.