> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Li Botanê lehîstokên zarokan çawa têne binavkirin?
- URL: https://www.botantimes.com/li-botane-lehistoken-zarokan-cawa-tene-binavkirin/
- Published: 2024-07-02T09:17:15.000Z
- Updated: 2024-07-02T09:17:15.000Z
- Author: Murat Bayram
- Tags: Nivîskar, SERNÛÇE, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Li herêma Botanê lîstik/yarîk/lehîstok\* taybetî bi şiklê leyistinê an jî bi wê tişta ko bi wê dileyîzin tête bi nav kirin. Ko navê wê tişta ko bi wê dileyîzin an jî awayê leyîstinê bi tîpa dengdar xelas bibe, hingê tîpa ''î'' yê an jî paşkîta ''anê'' yê têt ber wî navî û dibe navê leyistokê. Ko nav bi tîpa dengdêr biqede, tîpa ''y'' yê têt navbera paşkîtê û navî de.

  
Bo nimune çend mînak in:

  
\-gilç+î => gilçî, gilç+anê => gilçanê

  
\-guhik+î => guhikî, guhik+anê => guhikanê

  
\-çavikêbelobelo+y+î => çavikêbelobeloyî, çavikêbelobelo+y+anê => çavikêbelobeloyanê

  
Di leyistoka gilçî an jî guhikî de tişta ko pê tête leyîstin ''gilç'' e an jî ''guhik'' e. Lê belê di leyistoka çavikêbelobeloyî/veşartokanê de bi şiklê leyistinê ve? girêda ye, leyistin bi çavbelkirinê re destpê dike û di leyistokê de, leyistokvan xwe diveşêre.

  
Navê navenda wê dera ko lê tête leyîstin an jî ew dera leyîstin li ber têt kirin jê re dibêjin ''kondel''.

  
Di leyîstokê de ew kesên ko dimînin li ber kondelê jê re dibêjin ''tu li ber de mayî'' û? wî/wê weke ''bikondel/berkondel'' nav dikin.

  
Vêca çar awayên bijartina berkondelî/berkondelê ev in:  
  
A)Bizdim-badim  
B)Gul hejmartin  
C)Şil û ziwa  
D)Hêjmartina heta bîstê

  
A)Bizdim-badim: Du leyistokvan diçin pêşberî hev û wekî di ser xîzikekê bisekinin disekinin. Yek ji wan piyekê xwe didanê pêşiya piyê dî û dibêje ''bizdim''. Yê dî jî bi wî awayî çêdike û dibêje ''badim''. Heta ko piyê herduyan bigihe ser hev, piyê kîjanî bimîne di bin de ew dimîne li ber de.

B)Gul hejmartin: Zûgotinek jiberkirî têt gotin. Ji her leyistokvanî re bêjeyek têt gotin. Bi vî awayî zû gotin dewr dike. Bêjeya zûgotinê ye paşiyê bigihe kîjanî ew dimîne li ber de.

***Bo nimune zû gotinek:Yekê mêkê/Kirika çûkê/Şah bilbilê/Textê çilê/Çil çîzanê/Ava rengê hezareyê/Gurgureyê/Bîst li te yê.***

  
C)Şil û ziwa: Aliyekê kevirekê tefşik tête şil kirin û tête hilavêtin. Ji leyîstokvanan yek aliyê şil, yê dî yê ziwa dibijêre. Wekî daxwaziya kîjanî çêbibe yê dî dimîne li ber de.

  
D)Hejmartina heta bîstê: Ji her leyistokvanî re reqemek têt gotin û bi wî awayî heta bîstê tête hejmartin. Bîst li kîjanî bikevit ew dimîne li ber de.

  
Ew leyîstokên ko ez dê wêneyên wan bikişînim û awayê leyîstina wan binivîsim ev in:

  
1)Tirbulkî/Tirbîlkî/tirbîlkanê  
2)Kêlî/kêlanê  
3)Gilçî/gilçanê  
4)Xirtefşî/xirtefşanê  
5)Berikê germgermoyî/B.G.yanê  
6)Kerikê kerajoyî/K.K.yanê  
7)Kerikê melayokî/K.M.anê  
8)Kerikê fêkîfêkî  
9)Çêleka zayê-zayê  
10)Çavikê belobelo  
11)'Ararkî  
12)Mîrzitkî  
13)Teyareya çîqînî  
14)Zikoziko  
15)Tilîbotkî  
16)Xanîtokî  
17)Pênçberokî  
18)Hêlandokî  
19)Nîskûnokî  
20)Pezikê çêrîmêrî  
21)Bêrbêrokî  
22)Hoyroviyanê  
23)Mîrûwezîranê  
24)Mis'arî, ni'orî  
25)Maziyanê,deqî, kawî  
26)Kitûcotî  
27)Kîjan tiliyanê  
28)Qulîpancî  
29)Berkaniyî  
30)Tîrûkevanê  
31)Teqozokî  
32)Guhikî  
33)Tayî  
34)Gîskê giroyanê  
35)Hiçkêpiçkêyî  
36)Xijxijokî  
37)Leyîstokên heriyê  
38)Kunê pîrêpîrê?  
39)Aşikê avê  
40)Gîjomajî  
41)Gêrgêrokî  
42)Berdeqî  
43)Circirkî  
44)Kilmeşkê  
45)Sîqosirî  
46)Hespî  
47)Tîvtîvokî  
48)Şildimbildimanê  
49)Gulatî  
50)Pereçonkî  
51)Têrikanê  
52)Gurzî  
53)Berikê sarbînokî  
54)Siwarî(siwar her siwar e an jî peyar siwar e ?)  
55)Birkî  
56)Guhşekî  
57)Şolikê şolavî  
58)Qafqafokî  
59)Rîzî  
60)Iskeranê

\* Ev nivîs beşek ji pêşkêşkariya min a li Konferansa Kurdolojiyê ya Zanîngeha Hekarîyê ye ku sala 2010 li navenda herêma Hekarîyê, li Colemêrgê hatibû pêkanîn. Hingê min jî wek bapîrên xwe Celadet û Kamiran li şûna "ku"yê "ko" dinivîsî. Niho jî ko-yê rast dibînim.