> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Li Çewlîgê qeza çêbû: Du kes mirine
- URL: https://www.botantimes.com/li-cewlige-qeza-cebu-du-kes-mirine/
- Published: 2024-03-28T09:04:26.000Z
- Updated: 2024-03-28T09:04:26.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, 2023, Amed, Kurd, Kurdî, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Li ser rêya Çewlîg û Xarpetê qeza çêbûye, erebeyekê li dîwarî da ye û du kesan canê xwe ji dest daye.

Li gorî zanyarîyên Rûdawê otomobîla ku ajokarê wê A.N. bû, li ser rêya Çewlîg û Xarpêtê ji kontrolê derket û li dîwarî da ye.

Tîmên tenduristîyê çûne cihê qezayê û wan tesbît kirîye ku ajokar û kesekî din ê di otomobîlê de mirine.

Tîman her du term ji bo otopsîyê birine Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlîgê.