> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Zanîngehên li Çînê bo 'evîndariyê' xwendekarên xwe dişînin betlaneyê
- URL: https://www.botantimes.com/li-cina-ku-rejeya-zewace-kem-buye-xwendekaran-sandin-betlaneye/
- Published: 2023-04-02T08:29:47.000Z
- Updated: 2023-04-02T08:29:47.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, Çîn, çın, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Li Çînê rêjeya zewacê û jidayikbûnê gelek kêm bûye.

Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê li welêt rêyeke cuda tê ceribandin.

Hin zanîngehên li Çînê ji bo ciwan ‘aşiq bibin’ hefteyek betlaneya biharê dan xwendekarên xwe.

Rayedaran ji xwendekaran ra gotin, "Ji kampusê derkevin, bi xwezayê re têkilî deynin û bi dilê xwe bedewiya biharê hîs bikin."

Di eslê xwe da van dibistanan di sala 2019an da dest bi betlaneya biharê kiribûn.

Lê îsal li şûna betlaneya biharê, bi navê ‘tehtîla evîndarîyê’ ji xwendekaran re destûr hate dayîn.