> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Li Çînê erdhej çêbû
- URL: https://www.botantimes.com/li-cine-erdhej-cebu/
- Published: 2023-12-19T06:40:39.000Z
- Updated: 2023-12-19T06:40:39.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, 2023, Amed, DIYARBEKIR, erdhej, Kurd, Kurdî, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Li Çînê bi pileya 6.2 erdhejek çêbû. Li gorî agahiyên berdest 111 kesan jiyana xwe ji dest dan û 220 kes jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, ajansa Çînê Xînhuayê daye zanîn ku duh nîva şevê navenda wê Cişişan Baoan Doanşiang û navçeya xweser Salar bi pileya 6.2 erdhejeke çêbûye.

Di erdhejê de li gorî agahiyên ewil li eyaleta Gansûyê 100 kesan jiyana xwe ji dest daye û 96 kes jî birîndar bûne. Li eyaleta cîran Çînghayê jî 11 kesan jiyana xwe ji dest dane û 124 kes jî birîndar bûne. Ji bîlî vê yekê li jîngehên derdorê şebekeyên av û ceyranê, binesazî û torên ragihandinê zirar dîtîye. Ji bo xebatên xelaskirinê ji yekeyên agirkujiyê û afetê tîmeke ji 580 kesan pêk tê şandine herêmê.

Ji bo zêdetir agahîyan [bitikîne](http://mezopotamyaajansi35.com/kr/HEM-NCE/content/view/227497?ref=botantimes.com).