> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Li çiyayên Amedê Guldexwînan vekiriye
- URL: https://www.botantimes.com/li-ciyayen-amede-guldexwinan-vebune/
- Published: 2023-04-24T08:35:28.000Z
- Updated: 2023-04-24T08:35:28.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, Guldexwin, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Li bajarê ku di navbera çiyayên asê û tîk da ava bûne, piştî zivistana dûr û dirêj, siruşt bi xwe va hat û rengîn bû.

Li gor nûçeya Norşîn Oncela ji rojnameya Tîgrîsê, li navçeya Hênê ya Amedê li gundên çiyayî guldexwînan kulîlk vekirine.

Li lûtkeya Çîyayê Pîr Ezizê ya navçeya Hênê ya Amedê bi hatina biharê ra xunçeyên guldexwînan vebûne.

Guldexwîn bi tonên rengê sor va siruştê dixemilîne, bala siruşhezan û wênekêşan dikşînin.

Guldexwîn betir li bajarên wekî Wan, Colemêrg, Mûş, Dêrsim, Semsûr û Sêrt li deverên çîyayî şîn dibin.

Di nava gel da bi Zazakî jê re dibêjin 'Galûr', kurmac jî jê ra dibêjin 'Guldexwîn.'

Her wiha ji ber nebateka endemîk e kesên ku guldexwînên jêkin, ji wan ra 244 hezar û 315 lire cezayê pere tê birîn.