> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Li Cizîrê çandina "mûzan" dest pê kiriye
- URL: https://www.botantimes.com/li-cizira-botan-candiniya-muzan-dest-pe-kiriye/
- Published: 2024-08-08T13:18:03.000Z
- Updated: 2024-08-08T13:18:03.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Derdor, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Li Cizîrê piştî Muhammed Yasa Vuralî li hewşa xaniyê xwe şitleka dara mûzê çandî dîtiye ku 15 kîlo mûz pê ve hatiye.

Li gor [nûçeya Mahsum Rençberî ya li Tigris Haberê](https://www.tigrishaber.com/video-cizrede-muz-yetistirmeye-baslandi-111790h.htm?ref=botantimes.com), niho li hewşa gelek kesên Cizîrî mûz hene. Yasa Vuralî di vîdeoyê de ji bo rojnameyê diyar kiriye ku ew bi tenê daran av dide, dar bêyî gûbre û tiştekê dî bi xwe mezin dibe.

Wek tê zanîn mûz li cihên îklîma wê şil çêdibe. Hişînbûna wê ya li Cizîrê ne li gor agahîyên heta niho dihat zanîn e.