> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Li Dêrsimê hemû çalakî hatin qedexekirin
- URL: https://www.botantimes.com/li-dersime-hemu-calaki-hatin-qedexekirin/
- Published: 2023-07-22T11:30:58.000Z
- Updated: 2023-07-22T11:30:58.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, dersim, dersim valiligi, Jin, jiyan azadî, Kurd, Siirt, Tinceli, Tunceli, valilik, yuruyuş, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Li Dêrsimê hemû çalakiyên weki xwepêşandan, civînên çapemeniyê, meş û grev hatin qedexekirin.

Li gorî daxuyanîya ku ji alîyê Walîtiya Dêrsimê ve hatîye belavkirin, ji seat 00:01ê 22yê Tîrmehê (îro) heta seat 23:59an derengê şevê hemû cure civîn, xwepêşandan, meş û grev, vedana konan û çalakîyên din hatin qedexekirin.

Walîtiya Dêrsimê di daxuyanîya xwe da wiha nîvîsî:

> “Bi armanca parastina bingehên serekî yên komarê, yekparçeyiya dewlet û netewe, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramîyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê, rêgirtin li her bûyereke din” biryara qedexeya xwepêşandan û çalakîyên wiha hatiye dayîn.”