> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Li Dêrsîmê hemû çalakî hatine qedexekirin
- URL: https://www.botantimes.com/li-dersime-hemu-calaki-hatine-qedexekirin/
- Published: 2023-08-02T13:11:05.000Z
- Updated: 2023-08-02T13:11:05.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, dersim, Festival, meş, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Li Dêrsimê bo 15 rojan hemû çalakiyên wek xwenîşandan, meş, grev û vedana çadir û standan hatine qedexekirin.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Walîtîya Dêrsimê ve hatiye belavkirin qedexe ji 1ê tebaxê dest pê dike dê heta 15ê tebaxê berdewam bike.

Parezgerîyê di daxuyanîya xwe da behsa Festîvala Mûnzûrê ku li bendêye 3ê tebaxê dest pê bike jî dike û tê îddîakirin ku ji bo festîval di rewşeka aram û ewle da derbas bibe ev biryar hatiye girtin.