> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Li Ekvatorê bi pîleya 6.7 erdhêj: 14 kes mirin
- URL: https://www.botantimes.com/li-ekvatore-bi-pileya-6-7-erdhej-14-kes-mirin/
- Published: 2023-03-19T07:17:26.000Z
- Updated: 2023-03-19T07:17:26.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, deprem, erhdêj, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Li welatê Ekvadorê yê Amerîkaya Başûr bi lerza 6,8an erdhejek pêk hat.

Li gorî agahiyên destpêkê di erdhejê de 14 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûne.

Hat destnîşankirin ku di erdheja ku li Perûyê jî hat hîskirin de gelek avahî, dibistan û nexweşxane zirar dîtin.

Hat destnîşankirin ku li Cuenca, Machala û Guayaquil hin avahî hilweşiyane û dibe ku hejmara miriyan hîn zêdetir bibe.

Erdhej duh 65,7 kîlometre di bin erdê de pêk hat.