> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Li Enqereyê qeza çêbû: 9 kes mirin
- URL: https://www.botantimes.com/li-enqereye-qeza-cebu-9-kes-mirin/
- Published: 2024-08-09T07:54:11.000Z
- Updated: 2024-08-09T07:54:11.000Z
- Author: bianet
- Tags: Nûçe, Amed, DIYARBEKIR, Kurd, Kurdî, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Otobûsa rêwiyan li ser rêya Enqere-Eskîşehîrê qeza kir. Di qezayê de 9 kes mirin û 26 kes jî birîndar bûn.

Otobûsa rêwiyan a bi plakaya 04 AAV 951 a Agri Seç Turzîmê, dema li ser rêya Enqere-Eskîşehîrê ber bi Polatliyê ve diçû, saet serê sibehê di 05.00ê de ji kontrolê derket û li derdora gundê Olukpinarê li pirê xist.

Nehat zanîn bê ka otobûs çima ji kontrolê derketiye. Di encama qezayê de 9 kes mirin û 26 kes jî birîndar bûn.

Piştî agahdarkirinê gelek ambulans û tîmên agirkujiyê çûn cihê bûyerê. Xebatên ji bo derxistina birîndaran a ji otobûsê didomin û welatiyên hatin derxistin şandin nexweşxaneyan. Rêya Enqere-Eskîşehîrê ya ber bi Polatliyê ve ji hatin û çûnê re hate girtin.

Waliyê Enqereyê Vasîp Şahîn têkildarî qezayê daxuyanî da û got ku 9 kes mirine, 26 kes birîndar bûne û li gorî lêkolîna wan a ewil, dibe ku ajokar bi xew çûbe lewma rê li ber qezayê vekiribe.