> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Li herêma erdhêjê de 3 mîlyon kesan koç kirine
- URL: https://www.botantimes.com/li-herema-erdheje-de-3-milyon-kesan-koc-kirine/
- Published: 2023-03-04T09:33:03.000Z
- Updated: 2023-03-04T09:33:03.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: erdhêj, Nûçe, 2023, Amed, deprem, DIYARBEKIR, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Erdhêja 6ê Sibatê bandor li 13 mîlyon kesan kir.

Li gor agahîyên fermî heta niha 3.3 mîlyon kes ji bajarên erdhêjê koçî bajarên din kirine. 800 hezar kes vegerîyan gundên xwe. 811 hezar kes jî hatine tehliyekirin.

Li gor agahîyên ji herêmê tên gelek kesan ji Hatayê berê xwe dane Mêrsînê. Ji Semsûr û Mereşê gelekan berê xwe dane Enqereyê. Ji hemû bajarên erdhêjê yên ku hatine Stenbolê jî hejmareke zêde ye.