> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Li Îngilîstanê bivirên destan yên 300 hezar salî hatin dîtin
- URL: https://www.botantimes.com/li-ingilistane-biviren-destan-yen-300-hezar-sali-hatin-ditin/
- Published: 2023-07-06T11:08:28.000Z
- Updated: 2023-07-06T11:08:28.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Lêkolerên li Îngilîstanê yek ji giringtirîn keşfa amûrên kevirî yên pêşdîrokî kirin.

Li başûr-rojhilatê Îngilîstanê li cihekî vekolana arkeolojîk, bivirên mezin yên destan hatin vedîtin ku herî kêm 300 hezar salî ne.

Nêzîkî 800 berhemên ji Serdema Qeşayê hatine dîtin û tê çaverêkirin Serdema Neantertalan ron bike.

Bivirên ku di lêkolînên arkelogan da hatin dîtîn û yek ji wan 29,5 santîmetre dirêj e û hat beyankirin ku heta niha li Îngilîstanê tişteka wiha dirêj nehatiye dîtin.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/07/tas-1-1.webp)