> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Li Îspanyayê qeyrana serxwebûnê: Hikûmeta navendî destûr nade referandumê
- URL: https://www.botantimes.com/li-ispanyaye-qeyrana-serxwebune-hikumeta-navendi-destur-nade-referandume/
- Published: 2023-04-13T13:58:03.000Z
- Updated: 2023-04-13T13:58:03.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Mijara referanduma serxwebûnê ya herêma xweser a Katalonyayê bi salan e li Îspanyayê bûye cihê nîqaşê.

Hikûmeta navendî hewldana lidarxistina referandûma serxwebûnê ya herêma xweser a Katalonyayê red kiriye.

Wezîra Maliyeyê ya Îspanyayê Marîa Jesus Montero, roja Çarşemê li Madrîdê ji rojnamegeran ra gotiye: "Di bin serokatiya Serokwezîr Pedro Sanchez da, li Katalonyayê referandumek li ser mijara serxwebûnê nayê kirin."

Katalanî daxwaza referandumek weke ku di sala 1995an da li eyaleta Quebec a Kanadayê pêk hatiye dike.

Katalonya ji aliyê aborîyê ve herêmeke bihêz e. Di sala 2017an da referandûma serxwebûnê li dar xistibû û di encama referandûmê da biryara cudabûna ji Îspanyayê hatibû dayîn.

Li ser vê hikûmeta navendî qeyum tayînê herêmê kiribû.