> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Li Îzmîrê êrîş li pêşangeha Ahmet Guneştekînî  hatiye kirin
- URL: https://www.botantimes.com/li-izmire-eris-li-pesangeha-ahmet-gunestekini-hatiye-kirin/
- Published: 2023-04-17T10:24:12.000Z
- Updated: 2023-04-17T10:24:12.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Li Îzmîrê êrîş li pêşangeha hunermend Ahmet Guneştekînî hatîye kirin û çenteyên di pêşangehê da hatine dizîn.

Pêşangeha bi navê 'Gavur Mahallesi' par di meha Mijdarê da bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê hatibû vekirin.

Hunermend Ahmet Guneştekîn piştî êrîşî got,

> Di 8 salên dawî da ev cara 3emîn e ku êrîş li berhemên min têne kirin. Lê cihê xemgînê ye ku taybet ji derdorên hunermendan bêdengî heye lê şermezarkirin tune ye.

> [](https://twitter.com/AhmetGunestekin/status/1647626306299854850?ref=botantimes.com)

Di pêşangeha Guneştekîn ya li Îzmîrê da pêvajoya pevguhertin û koçberiyê tê ravekirin.

Tesîsên mezin, karên vîdeoyî û peykerên ku tê de formên metal bi kevir hatine temamkirin, têne pêşandan.

Pêşengeha Gavur Mahallesî ya ku ji ber eleqeya zêde heta 7ê Gulanê hat dirêjkirin, heta niha mazûvaniya milyonek û 500 hezar kesan kiriye.