> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Li Medya Kitabeviyê dê lansmana berhema 'Bêxweda' pêk bê
- URL: https://www.botantimes.com/li-medya-kitabeviye-de-lansmana-berhema-bexweda-pek-be/
- Published: 2024-01-11T13:56:57.000Z
- Updated: 2024-01-11T13:56:57.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, 2023, Amed, DIYARBEKIR, Kurd, Kurdî, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Yekem berhema nivîskar û helbestvan Çayan Okuduci ya bi kurdî *Bêxweda* ji weşanxaneya Lîsê çap û belav bû.

Kitêbxaneya Medyayê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî daye zanîn ku dê vê mehê lansmana Bêxweda bê li dar xistin.

Lansman dê 20ê Berfanbarê, roja şemiyê di navbera saet 15:00-17:00an de bi rê ve biçe.

Ev berhema ku dawîya meha Berfanbara 2023an ji Lîsê çap bûye bi edîtorîya Rêdûr Dîjle hatîye pêşberî xwîneran.

Berhema *Bêxweda* ji 22 helbestan pêk tê. Çayan Okuduci piştî du berheman cara ewil e berê xwe dide zimanê kurdî û berhema xwe dinivîse.

Nivîskar Okuduci bi salane li ser malperên wekî Bianet, Nûpel û Gazete Duvarê derbarê mijarên siyasî, edebî û civakî da nivîsên bi Kurdî û Tirkî dinivîse.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2024/01/Resim2-6.jpg)

**Helbestek ji Berhemê**

xwezî tenê bi Kurmancî min te hembêz bikira  
li hewşeke bêdeng û dilzîz  
dara tuyê piştrast dike xem û şahîyê  
li bin gulîyên wê  
bo şahîdîya sewdaya min a nîvco  
emrê ku di navbera ta û derzîyê de diherike  
dîsa bitewim û bidim deste te

(Ji rûpela 44an, helbesta bi navê Xwezî)

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2024/01/Resim1-5.png)