> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Li Pêşangeha Batmanê Herî Zêde Kîjan Kitêb Hatine Firotin?
- URL: https://www.botantimes.com/li-pesangeha-batmane-heri-zede-kijan-kiteb-hatine-firotin/
- Published: 2024-10-21T08:31:50.000Z
- Updated: 2026-05-17T20:00:57.000Z
- Author: Engin Ölmez
- Tags: Çand û huner, Hilbijartîyên Edîtoran, Nivîskar, Nûçe, Batman, DIYARBEKIR, fuar, kitêbên kurdî, Kurdî, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Li Batmanê pêşangeha kitêbên kurdî hat lidarxistin. Pêşangeh bi hevkarîya Komelaya Lêkolînên Ziman û Çandê, Şaxa Egitim-Sena Batmanê û Şaredarîya Batmanê hat lidarxistin. Pêşangehê 16yê Cotmehê dest pê kir û 20ê Cotmehê qedîya.

Ev yekemîn û tekane pêşangeh bû li Batmanê ku bi tenê weşanxaneyên kurdî beşdar bûne.

Weşanxaneyan bo Botan Timesê "kitêba xwe ya herî zêde hatîye firotin" destnîşan kir. Ji wan kitêban 8 heb bi tirkî ne 17 heb jî bi kurdî ne. Ji nav kitêbên kurdî, du ji wan ji soranî hatine wergêran bo kurmancî. Herwiha li gorî daneyên berdest (bersivên weşanxaneyan), li gorî fuara par ya li Amedê (TUYAP), sê kitêb nehatine guherîn, yanî du kitêbên ku par herî zêde hatibûne firotin îsal jî ew kitêb herî zêde hatine firotin ji alîyê weşanxaneyên wan ve, ew jî ev in: Kurdîzan (Weqfa Mezopotamyayê), Metoda Kemanê (Weşanxaneya Ma) û Şador (Weşanxaneya Lîsê).

**Lîsteya kitêbên herî zêde hatine firotin**

**Weşanxaneya Doyê**

Dönüşü Olmayan yol - Hasan Bilici

**Weşanxaneya Avayê:**

Kûçeçîrok - Ronî War

**Weşanxaneya Pallê**

Gabor - Seyîd Qadir Hîdayetî

**Weşanxaneya Aryenê**

Modern Kürt Tarihi - David Mcdowall

**Weşanxaneya Delalê**

Wexta Ez Mezin Bûm Ez dê Çi Karî Bikim - Vladimir Mayakovskî

**Weqfa Mezopotamyayê**

Kurdîzan - Tahırhan Aydın, Abdurrhaman Adak, Zülküf Ergün, Mikail Bülbül: Kurdîzan – 1 (Pirtûka Dersê – Pirtûka Xebatê)

**Weşanxaneya Dozê**

Kürt Aklı - Necat Zanyar

**Weşanxaneya Morî**

Şengê û Pengê

**Weşanxaneya Mayê**

Metoda Kemanê - Brusk Zanganeh

**Weşanxaneya Vateyê**

Ferhengê Kirmnancki Zazakî Tirkî - Gûrab Vateyê

**Weşanxaneya J&Jyê**

Mîrê Çîyayan - Cihan Yıldırım

**Weşanxanya Sîtavê**

Eski Kürt Tarihi - Ako Mîhemed Mîrzadeyî

**Weşanxaneya Sîdar**

Dageha Evînê - Feysel Özdemir

**Weşanxaneya Tamara/Bêjing**

Senfonîka - Dilbirîn Dilo

**Weşanxaneya Nayê**

Doktor Jîjo - Sîya Sîtav

**Weşanxaneya Lîsê**

Şador - Dilawer Zeraq

**Weşanxaneya Cervantesê**

Hotel Dinya - Ali Smith

**Weşanxaneya Zîzê**

Bor - Çiğdem Baran

**Weşanxaneya Nameyê**

Acının İç Sesi - Med Reşiyan

**Zilan Akademi**

Orjnal Belgeler Işığında Bediuzzeman Eserlerinde Yapılan Tahrifatlar - Abdullah Can

**Weşanxaneya Belkî**

Janya - Rênas Jîyan

**Weşanxaneya Nûbiharê**

Kürtler ve Kürdistan Tarihi- Muhammed Emin Zeki Beg

**Weşanxaneya Aramê**

Kırık taşlar - Rojbin Perişan

**Weşanxaneya Dara**

Serê Şevê Çîrokek - Selîm Temo

**Weşanxaneya Avestayê**

Qêrînek di Gewrîya Şevê da Ma - Eta Nehayî

*\*\*Li gorî gotina weşanxaneyan, ne kitêbek lê 3-4 kitêb bi hev re, nêzî hev, herî zêde hatine firotin, lê ji ber ku me navê kitêbekê ji wan xwestîye, wan jî kitêbek ji me ra gotine.*

https://www.botantimes.com/content/files/2026/05/wesanxaneyen-kurdan-li-fuare-heri-zede-kijan-kiteb-firotin-2.html