> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# 'Li Qamişlo Li Ber Derî' di weşanê da ye!
- URL: https://www.botantimes.com/li-qamislo-li-ber-deri-di-wesane-da-ye/
- Published: 2023-06-08T06:47:37.000Z
- Updated: 2023-06-08T06:47:37.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Hunergeha Welat straneka nû ya bi navê 'Li Qamişlo Li Ber Derî' duhî li YouTubeyê weşandiye.

Gotinên stranê ji alîyê Şêro Hindê ve hatiye nivîsandin. Derhênerîyê klîbê jî Şêro Hindê kiriye.

Mûzîka stranê jî ji alîyê Mehmûd Berazî ve hatiye çekirin.

Hunergeha Welat Rojavaya Kurdistanê karên çand û hunerî dike.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/06/Ekran-Resmi-2023-06-08-10.10.27.png)

**Gotin:**

> Wey bihûrî bihûrî bihûrî  
>  
> Porê wan qîza sorî  
>  
> Xecê ya herî jorî  
>  
> ew ji taxa xanîka oy oy oy oy  
>  
> Taxê nadi bi emrîka  
>  
> Emrîka zipî zuwa  
>  
> kes rûnanê li ber derî oy oy oy oy  
>  
> Ken û eşq bi hêdîka oy oy oy oy  
>  
> Wey buhûrî bihûrî bihûrî  
>  
> Qamqutê li min kir zorî  
>  
> Li ba dikir gulya morî  
>  
> Kinê ji dor aşê bûzê oy oy o oy oy  
>  
> Malê nade bi parîsê  
>  
> Parîsa vikî vala  
>  
> Kes rê nade hevala oy oy oy oy oy  
>  
> Mala kinê wek lîsê oy oy oy oy oy  
>  
> Wey bihûrî bihûrî bihûrî  
>  
> Di kar û sê hevorî  
>  
> Şivana wan pir nazî  
>  
> Nazliyê ji mêrga hilko oy oy oy oy  
>  
> Ew hilko nade bi mosko  
>  
> Moskoya şilfî tazî  
>  
> Kes tuneye li sûka oy oy oy oy oy  
>  
> Qir û cirra van bûka oy oy oy oy  
>  
> Wey hûrî bihûrî bihûrî  
>  
> Xaçê gerdenê bimorî  
>  
> Marî keçka aşûrî  
>  
> Ew kulîlka bişêriyê oy oy oy oy oy  
>  
> Bişêriyê nade bi roma  
>  
> Romaya polî poşman  
>  
> Lê tune malek kildan oy oy oy oy  
>  
> Ne jî cîranek suriyan oy oy oy oy oy

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/06/Ekran-Resmi-2023-06-08-09.35.18.png)

**Mehmûd Berazî kî ye?**

Di sala 1983an d li bajarê Serêkaniyê yê Rojava hatiye dinê, eslê xwe ji Kobanêyê ye. Rêwîtiya wî ya muzîkê di sala 1994an da dest pê kiriye. Dibistana mûzîkê nexwendiye. Dersên taybet ên muzîkê wergirtiye. Aranjorîyê muzîkê dike. Di Orkestra Heskifê ya di bin banê Şaredariya Êlihê da hatibû  
avakirin da aranjoriyê kiriye.