> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Li Qersê otobûseka rêwîyan ket kendalê: Mirî û birîndar hene
- URL: https://www.botantimes.com/li-qerse-otobuseka-rewiyan-ket-kendale-miri-u-birindar-hene/
- Published: 2023-07-30T07:42:59.000Z
- Updated: 2023-07-30T07:42:59.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, otobûs, qers, rêwî, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Li navçeya Qamûşanê ya Qersê otobûseka rêwîyan ji kendalekî ketiye.

Li gor zanyarîyên destpêkê, 3 kesan jiyana xwe ji dest dane, 16 kes jî birîndar bûne.

Qeza di saetên sibê da pêk hatiye. Li gundê Karakurtê yê Qamûşanê, otobuseka rêwîyan a ku ji Erzorumê ber bi Qersê ve diçû, ji rê derketiye û ji kendalekî 50 metreyî ketiye xwarê.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên rizgarkirinê û hêzên ewlehiyê çûne cihê bûyerê.

Kar û xebatên rizgarkirina birîndaran berdewam e.