> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Li Semsûr û Rihayê lehî rabû: 15 kesan canê xwe ji dest dan
- URL: https://www.botantimes.com/li-semsur-u-rihaye-lehi-rabu-14-kesan-cane-xwe-ji-dest-dan/
- Published: 2023-03-16T07:50:51.000Z
- Updated: 2023-03-16T07:50:51.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, Riha, şanliurfa, Semsûr, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

*Fotograf: Ruha, Şaredariya Ruhayê*

Li Riha û Semsûrê ji ber barana bi şid duh lehî rabû. Li Rihayê 13, li Semsûrê jî 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. Lêgerîna 4 kesan jî berdewam dike.

Li Rihayê di çarxerêya Abideyê de cesedê 1 kesekî hat dîtin.

Her wîha ji ber barîna baranê li Amed, Mêrdîn û bajarên derdorê jî lehî rabûn.

Li gor daneyên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê li herêma erdhejê 5 rojên li pêş jî baranê bibare.

## "Sedema felaketê midaxeleyên şaş ên xwezayê ne"

Nûnertiya Odeya Plansazên Bajêr a Rihayê di daxuyaniya xwe ya piştî karesata lehiyê de diyar kir ku, bûyerên xwezayî bi destwerdanên bê plan û şaş ên li xwezayê veguherî felaketan.

> [](https://twitter.com/spo%5Furfa/status/1636023927334903811?ref=botantimes.com)