> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Li Şengalê êrişa hewayî: Birîndar hene
- URL: https://www.botantimes.com/li-sengale-erisa-hewayi-birindar-hene/
- Published: 2024-07-08T11:55:12.000Z
- Updated: 2024-07-08T11:55:12.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, Amed, DIYARBEKIR, êriş, Kurd, Kurdî, şengal, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Li Şengalê êrişeka hewayî pêk hat du rojnameger û welatîyek bîrîndar bûn.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê li Şengalê di encama êrişeke hewayî de nûçegihanên Çira TV û Çira FM'ê jî di nav de 3 kes birîndar bûn. Hate ragihandin ku rewşa yek ji birîndaran giran e.

Tîmek ji rojnamevanên Şengalê ku nûçegihanên Çira TV û Radyoya Çira FM'ê di nav de bûn, ji bo wergirtina hevpeyvînê têkildarî salvegera 10'emîn a fermanê çûn Til Qesebê, lê di vegerê de li Şengalê bûn hedefa êrişeke hewayî.

Di encama êrişê de wesayita rojnamevanan teqiya û 2 rojnamevan û ajokarê wesayitê birîndar bûn. Hate ragihandin ku rewşa yek ji birîndaran giran e û ew rakiriye Nexweşxaneya Mûsilê.

Her du birîndarên din jî li Şengalê têne dermankirin.

Piştî bûyerê Hêzên Ewlekariyê yên Iraqê û Asayîşa Êzidxanê li cihê bûyerê dest bi lêkolînan kirin.