> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Li Şirnex û Bedlîsê li çend herêman çûnûhatin hatiye qedexekirin
- URL: https://www.botantimes.com/li-sirnex-u-bedlise-li-cend-hereman-cunuhatin-hat-qedexekirin/
- Published: 2023-07-15T08:00:47.000Z
- Updated: 2023-07-15T08:00:47.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Di van demên dawî da li hin bajarên Bakurê Kurdistanê ji ber operasyonên leşkerî li gelek deveran qedexe tên ragihandin û çûnûhatina welatîyan tên qedexe kirin.

Agahîya qedexeyê ya herî dawî ji Bedlîs û Şirnexê hatiye.

Li parêzgehên Şirnexê û Bedlîsê çend herêman bo 15 rojan wek “Herêma Ewlehiya Taybet" ragihandin û çûnûhatina bo wan navçeyan hat qedexekirin.

Parêzgarîya Şirnexê li ser qedexeya herêman daxuyanîyek belavkir û got,

> Li navenda bajêr û li navçeyên Cizîrê, Sîlopî, Qilebanê, Basan û Bêşebabê herêmên Çiyayê Cûdî, Gabar, Besta, Tanîn û Kureşin jî di nav da bi giştî li 14 herêman bi hinceta ewlekariya mal û canê welatiyan çûn û hatin qedexe.  
>  
> Hatiye diyarkirin ku qedexê dê 15ê Tirmehê dest pê bike û heta 29ê Tirmehê seat 23:59an berdewam be.

Parêzgariya Bedlîsê jî diyar kiriye ku li navçeya Xîzanê ji ber operasyonên leşkerî li çend deveran wekî “Herêma Ewlehiya Taybet” hatiye diyar kirin û dê ev biryar ji 14ê Tirmehê heta 28ê Tirmehê berdewam e.