> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Li Şirnexê 14 herêm hatine qedexekirin
- URL: https://www.botantimes.com/li-sirnexe-14-herem-hatine-qedexekirin/
- Published: 2023-11-11T08:17:34.000Z
- Updated: 2023-11-11T08:17:34.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, 2023, Amed, DIYARBEKIR, Kurd, Kurdî, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Li Şirnexê, 14 herêm bo 15 rojan wekî *Herêmên Ewlehiya Taybet* hatine qedexekirin ku di vê maweyî da çûn û hatina wan herêman dê nebe.

Li gorî nûçeya [Ajansa Mezopotamyayê](http://mezopotamyaajansi35.com/kr/HEM-NCE/content/view/223904?ref=botantimes.com) Walîtiya Şirnexê ragihandîye ku 14 herêmên di nav sînorên navenda Şirnexê û navçeyên wê yên Cizîr, Silopiya, Qileban, Basa û Elkê de dimînin ji bo 15 rojan wekî *Herêmên Ewlehiya* Taybet hatine îlankirin.

Walîtiyê aşkere kirîye ku herêmên li Çiyayê Cûdî, Besta, Çiyayê Kûrt, Kûreşîn, Girê Karaçali, Kela Memê, Newala Serîn, Girê 2088 Rk. herêma Kuçuk Sû, Çiyayên Kato Marûnis û Kato Jîrka, herêmên Dulê û Tenînê, di navbera 12’ê mijdarê û 26’ê mijdarê de wekî *Herêmên Ewlehiya Taybet* hatine ragihandin.