> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Li Şirnexê 14 navçe ji bo 15 rojan hatine qedexekirin
- URL: https://www.botantimes.com/li-sirnexe-14-navce-ji-bo-15-rojan-hatine-qedexekirin/
- Published: 2023-05-17T08:56:13.000Z
- Updated: 2023-05-17T08:56:13.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Li Şirnexê 14 navçe ji bo 15 rojan wek herêma “ewlehiya taybet” hatiye ragihandin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê li navenda Şirnexê û navçeyên wê Cizîr, Silopiya, Qileban, Basa û Elkê 14 herêm ji bo dema 15 rojan hatine qedexekirin.

Qedexekirin di 16ê Gulanê dest pê kiribû û dê di 30ê Gulanê da bi dawî bibe.

**Walîtiya Şirnexê daxuyanîyek weşandiye:**

> 14 herêm hatine qedexekirin û ev qedexe di 16ê Gulanê da dest pê kiriye û wê di 30ê Gulanê bi dawî bibe û ketin û derketina herêman dê qedexe bin.