> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Li Sîteya Sanayîyê ya 3yemîn a Amedê teqînek çêbûye: 9 birîndar 1 mirî
- URL: https://www.botantimes.com/li-siteya-sanayiye-ya-3yemin-a-amede-teqinek-cebuye/
- Published: 2022-03-24T09:34:06.000Z
- Updated: 2022-03-24T09:34:06.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, SERNÛÇE, 3. Sanayi Sitesi, Amed, Diyarbakır, DIYARBEKIR, Sanayî, #Migrated-1779047441378, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:50

Li Sîteya Sanayîyê ya 3yemîn a Amedê li kargehekê teqînek çêbû. Li gor agahîyên dawîn kesek miriye û 9 jî birîndar hene. Rewşa 4 birîndaran giran e.

Teqîn li Sîteya Sanayîyê ya 3yemîn a Amedê ya li ser rêya Rihayê li kargeha Doguş Tornayê çêbûye. Hate zanîn ku teqîn ji ber tûpê oksîjenê pêk hatiye. Ji ber dijwariya teqînê li kargehê û li derdora kargehê 4 kes jê giran 9 kes birîndar bûne û kesekî jî jiyana xwe ji dest daye.

Ekîbên Ambulans û AFADê sewqî cihê bûyerê hatin kirin û birîndaran ji nav kavilên dikanê rakirin nexweşxaneyên li bajêr. Ji ber teqînê kargeh û wesayîtên li dar derdorê jî xesareka mezin dîtine. Piştî teqînê li dikanê lêkolîn û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Walîtiya Amedê derbarê bûyerê, teqînê, de daxuyaniyeka nivîskî belav kiriye û ragihand ku teqîn ji ber tûpê li kargehê pêk hatiye û di derbarê bûyerê de lêpirsîn dane destpêkirin.