> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Li Spanyayê ji ber lehîyê 150 kes mirine - Agahîyên nûhatî!
- URL: https://www.botantimes.com/li-spanyaye-ji-ber-lehiye-150-kes-mirine-agahiyen-nuhati/
- Published: 2024-10-31T20:55:27.000Z
- Updated: 2024-10-31T20:55:27.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

## Rewşa dawîyê

Li Spanyayê ji ber lehîya herî mezin ya 50 salên dawîyê 158 kes mirine û gelek kes jî winda ne. Li herêma Valencîyayê ji ber barana zêde lehî rabûye û xesareka mezin çêbûye. Wezîra Berevanîyê Margarîta Roblesê daxuyandiye ku hejmara mirîyan dibe ku zêdetir bibe.

## Serpêhatîya kesekê ji lehîyê

Diego Hernandezê 56 salî di rêya çûna cenazeyê dîya xwe de rastî lehîyê hatiye. Ew û jina xwe di nav lehîyê de asê mane û ji wesayîta xwe derketine. Jina wî xwe li ronahîyeka kolanê girtiye, lê Diego bi xwe ketiye nav avê. Piştî demekê ew li nav otobûseka asêmayî stirîye û di saet 4ê sibehê de hatiye rizgarkirin.

## Bandora lehîyê li ser jiyanê

Li herêmên Valencîya û Katalonyayê rewşa awarte hatiye îlankirin.

Li gor rayedaran:

- Di nav çend saetan de qasî barana salekê barîye
- Elektrîk û telefonên gelek taxan qut bûne
- Li 12 bajaran ava vexwarinê qirêj bûye
- Gelek rê û pir têk çûne
- Sê xetên metroyê xerab bûne
- Rêya trênê ya bilez a ber bi Madrîdê ve dibe ku sê hefteyan girtî bimîne

## Alîkarîya dewletê

Serokwezîr Pedro Sanchezî serdana herêmê kiriye û soza alîkarîyê daye. Rayedarên herêmî daxuyandiye ku dê ji bo her malbata zirarketî herî kêm 6 hezar Euro (nêzî 6 hezar û 500 dolar) bê dayîn. Bi tevahî 250 milyon Euro ji bo alîkarîyê hatiye veqetandin.

## Karên rizgarkirinê

- Yekîneyên leşkerî yên dema awarte dest bi xebatê kirine
- Parêzvanên sivîl û polîs beşdarî xebatan bûne
- Qralê Spanyayê Felîpe yê VIem destûr daye ku Muhafizên Qralî beşdarî xebatên rizgarkirinê bibin
- Ji ber xeterîya dizîyê hêzên ewlehîyê li herêmê ne
- 39 kes ji ber dizîyê hatine desteserkirin

## Rewşa niho

Li herêmê hîn jî xeterîya baranê heye. Rayedaran daxwaz ji hemwelatîyan kirine ku di malên xwe de bimînin. Li gelek deveran karê lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dike.

---

Çavkanî: Emma Bubola û José Bautista/New York Times, Botan Times 31ê Çirîya pêşîn 2024