> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Li Stenbol û Sakaryayê 19 kes hatin desteserkirin
- URL: https://www.botantimes.com/li-stenbol-u-sakaryaye-19-kes-hatin-desteserkirin/
- Published: 2024-07-09T08:42:10.000Z
- Updated: 2024-07-09T08:42:10.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, Amed, DIYARBEKIR, Kurd, Kurdî, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Li Stenbol û Sakaryayê polîsan bi ser malan da girt, 19 kes hatin desteserkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di çarçoveya lêpirsîneke navenda Stenbol hatiye destpêkirin de li Stenbol û Sakaryayê bi ser malan de hate girtin. Hate diyarkirin ku di encama serdegirtinan de li Sakaryayê bi ser malekê de li Stenbolê jî bi ser 14 malan de hatiye girtin û heta niha 12 kes hatine binçavkirin. Di daxuyaniya ji midûriyeta polîsan hatiye kirin de, hate diyarkirin ku serdegirtin li dijî DHKP/C’yê ne. Midûriyeta polîsan di daxuyaniyeke din de jî diyar kir ku di operasyoneke bi îdiaya “Ciwanên PKK’ê ne” hatiye kirin de 7 kes hatine binçavkirin.

Li aliyê din di saetên serê sibê de di serdegirtinên malan ên li navçeyên Bagcilar û Esenlerê de Erhan Îvrendî, Salîha Gur û Ayşegul Sakalli hatin binçavkirin. Nehate zanîn ku kesên hatine binçavkirin di çarçoveya heman operasyonê de hatine binçavkirin an na.