> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Li Stenbolê şeva rêzgirtinê ji bo Mîr Celadet Alî Bedirxan
- URL: https://www.botantimes.com/li-stenbole-seva-rezgirtine-ji-bo-mir-celadet-ali-bedirxan/
- Published: 2024-04-26T10:00:24.000Z
- Updated: 2024-04-26T10:00:24.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, 2023, Amed, Celadet Alî Bedirxan, DIYARBEKIR, Kurdî, Mîr Celadet Alî Bedirxan, Rojnameger, Şeva rêzgirtinê ji bo Mîr Celadet Alî Bedirxan, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Mîr Celadet Alî Bedirxan 26ê Nîsana 1893yan li Stenbolê ji dayik bûye û 15yî Tîrmeha 1951an rehmet kirîye.

Ji ser wefata wî 73 sal derbas bûne.

Bi boneya yadkirina Mîr Celadet Alî Bedirxan li stenbolê bernameyek tê lidarxistin.

Bi sernavê *Mirovek û Welatek, Şeva Rêzgirtinê ji bo Mîr Celadet Alî Bedirxan* bernameyek ji alîyê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ve tê lidarxistin.

Di bernameyê da çendîn nivîskar, helbestvan û sazî û dezgehên kurdî cih digirin.

Pêşkêşvanîya bernameyê ji alîyê Sakîna Jîr ve dê bê kirin.

Axaftina destpêkê dê ji alîyê nivîskar û helbestvan Selîm Temo ve dê bê kirin.

Sînemxan bi vîdeoyekê dê behsa bavê xwe bike

Firat Cewerî dê behsa serborîya xwe ya berhevkirina hejmarên Hawarê bike.

Bawer Ronahî û Roza Metîna dê helbestên Mîr Celadet Alî Bedirxan bixwînin.

Berken Bereh dê helbesta Mîr Celadet Alî Bedirxan ya bi navê Bilûra Min bixwîne.

Hedîye, Şoreş Mehmoudî û Mihemedê Serhedê dê bistirên.

Herwiha *Ji Hewarê Heya Îro* dê çapemenîya kurdî bê nirxandin.

Bername 26ê Nîsanê, îro, li Stenbolê, li Salona Cemal Reşît Bedayî saet 19:00an dest pê bike û divê herî kêm beşdar saet 18:30 têketibin salonê.

\*Beşdar divê herî kêm 13 salî bin.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2024/04/GLR9az8XsAAA19p.jpg)