> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Li Sûdanê di navbera artêş û hêzên paramîlîter da şer derketiye
- URL: https://www.botantimes.com/li-sudane-di-navbera-artes-u-hezen-paramiliter-da-ser-derketiye/
- Published: 2023-04-16T12:50:26.000Z
- Updated: 2023-04-16T12:50:26.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Pevçûnên çekdarî yên ku roja şemiyê li Sûdanê di navbera artêş û koma paramîlîter a Hêzên Piştgiriya Bilez (HDG) da derketin, roja Yekşemê jî berdewam dikin.

Hat diyarkirin ku li gelek bajarên Sûdanê tank û balafirên şer dest operasyonê kirine.

Li gorî rêxistineke serbixwe, di şerên heta îro da herî kêm 56 sivîl hatine kuştin. 500 kes jî birîndar bûne.

Bangên agirbestê yên civaka navneteweyî jî zêde dibin.

## Çi bûbû?

Li Sudanê di sala 2019an da xwenîşandanên girseyî dest pê kiribûn û di encamê da Serokkomarê wê demê Omer El Beşîrî bi derbeya leşkerî ji kar hajîtibû girtin.

Serokkomarê ku bi darbeya leşkerî hatibû ser kar piştî 30 salan dîsa bi darbeya leşkerî ji kar hatibû girtin.

Him artêş û him jî Hêzên Piştgiriya Bilez di wî karî da rol girtibûn.

Ji sala 2019an vir ve hewldanên ji bo avakirina hikûmeta demkî ji berdewam dikin.