> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# 10 erdhejên mezin ên li Tirkiyeyê
- URL: https://www.botantimes.com/li-tirkiyeye-10-erdhejen-mezin/
- Published: 2023-02-17T15:47:19.000Z
- Updated: 2023-02-17T15:47:19.000Z
- Author: Beril Caymaz
- Tags: erdhêj, Nûçe, SERNÛÇE, erdhêj tirkîye, golcuk, Wan, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

## Erdhêja Wanê - 2011, Cotmeh

> Erdhêj di 23ê Cotmeha 2011an de li Wanê di seat 13.41an de pêk hat. Bi pileya 6,6 pêk hat û 25 sanîyeyan dewam kir.  
>  
> Navenda erdhejê gunde Tabanlîyê ku 17 kîlometre dûrî Wanê ye, bû.  
>  
> Di vê erdhejê de 604 kes jiyana xwe ji dest dan. 4 hezar û 152 kes jî birîndar bûn.

## Erdhêja Çewlîgê - 2003, Gulan

> Erdhêja Çewlîgê sala 2003an di 1ê Gulanê de seat 03.27an bi pileya 6,4 pek hat.  
>  
> Li hêremê herî kêm 176 kesan mirin û 625 avahî hilweşiyan. Dema bloka li dibistana şevînî ya li Celtiksuyu hilweşîya 84 kesan jiyana xwe ji dest dan.

## Erdhêja Duzceyê - 1999, Mijdar

> Di 12'ê Mijdara 1999'an saet 18:57'an de erdheja bi mezinahiya 7,2 pêk hat.  
>  
> Erdhêja ku 30 saniye dewam kir, li gelek parêzgehan û her wiha li Ukraynayê jî hat hîskirin.  
>  
> 845 kes mirin û 4 hezar û 948 kesan jî birîndar bûn. 12 hezar û 939 xaniyên zirarên mezin dîtin.

## Erdhêja Golcukê - 1999, Tebax

> Erdhêja ku navenda wê Kocaeli/Golcukê ye di 17ê Tebaxa 1999an de danê sibê saet di 03:02 de pêk hat. Erdhêja bi hêza 7,5 mw li gor pîvana Richterê xisareke mezin a canî û madî pêk anî.  
>  
> Erdhêja 17ê Tebaxê ji Enqereyê heta Îzmîrê li tevahiya Herêma Marmarayê hat hîskirin.  
>  
> Li gorî raporên fermî 17 hezar û 480 kes mirine û 23 hezar û 781 kes jî birîndar bûne. 505 kes jî seqet bûne. 285 hezar û 211 xanî û 42 hezar û 902 kargeh zirar dîtine.

## Erdhêja Edenê û Ceyhanê - 1998, Hezîran

> Li Çukurovayê di 27ê Hezîrana 1998'an de li gorî saeta herêmî saet 16:55'an de erdhêjek pêk hat.  
>  
> Erdhêj bi pileya 6,2 pêk hat û 145 kes mirin, hezar û 500 kes birîndar bûn. Bi hezaran kes jî bê mal man.

## Erdhêja Erzincanê - 1992, Adar

> Erdhêja ku di 13ê Adara 1992an saet 19:08 de li Erzincanê pêk hat.  
>  
> Hêza erdhêjê 6,8 pile hat pîvan. 653 kes mirin, 8.057 avahî hilweşiyan.

## Erdhêja Erziromê - 1983, Cotmeh

> Erdhêja 30ê Cotmeha 1983an ku li Erzirom û derdora wê xisareke mezin dabû, pêk hat.  
>  
> Pileya erdhejê 6,9 bû û hezar û 155 kes mirin, 537 kes jî birîndar bûn. 3 hezar û 241 xanî zirareke mezin dîtin. Zêdetirî 30 hezar heywan telef bûn.

## Erdhêja Çaldiranê - 1976, Mijdar

> Erdhêja Wanê ku navenda wê navçeya Muradiye bû bi pileya 7,5an, 24ê Mijdara 1976an di saet 12:22an de pêk hat.  
>  
> 3840 kes mirin û 9232 avahî zirar dîtin.  
>  
> Ji bilî erdhêjê, ji ber sermayê ku bi şev germahiya hewayê li herêmê daket -17 pile, mirin zêde bûn. Ji ber baran û berfê xebatên rizgarkirin û alîkariyê dereng mabûn.  
>  
> Di erdhejê de herî zêde ziyanên canî û madî li Muradiye û navçeyên derdorê Ercîş û Ozalpê çêbûn. Li Çaldirana ku nifûsa wê 3 hezar û 304 kes e, ji sedî 95ê xanî hilweşiyan û 615 kes mirin.  
>  
> Piştî erdhêja Erzincanê ya sala 1939an a bi lerza 7,9 Ms erdhêja herî dijwar bû ku li Anatolyayê hat dîtin.