> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Li Tirkîyeyê sînorê xizanîyê 31 hezar lîreyan derbas kiriye!
- URL: https://www.botantimes.com/li-tirkiyeye-sinore-xizaniye-31-hezar-lireyan-derbas-kiriye/
- Published: 2023-05-25T14:05:07.000Z
- Updated: 2023-05-25T14:05:07.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Konfederasyona Yekitîya Giştî û Karsaziya Yekbûyî encamên ‘Lêkolîna xwe ya Sînorên Birçîbûn û Hejariyê’ yên meha Gulanê eşkere kiriye.

Li gorî vê lêkolînê; Malbateke ji çar kesan pêk tê ji bo bikaribin mehekê xwe têr xweyî bikin (sînorê xizanîyê) pêdivîya wan bi 31 hezar lîreyan heye.

Zêdebûna bûhayên xwarin û vexwarinê û enflasyona bilind a 36 mehên dawî ya li Tirkîyeyê metirsîya birçîbûn û xizanîyê jî zêde kiriye.

Li gorî lêkolînan; Sînorê birçîbûnê di meha Gulanê da li gorî meha borî 178 lireyî zêde bûye.