> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Di 5 mehan da 2 hezar kes bi sorikê ketine
- URL: https://www.botantimes.com/li-tirkiyeye-zedetiri-2-hezar-kesan-bi-sorike-ketine/
- Published: 2023-07-20T07:30:59.000Z
- Updated: 2023-07-20T07:30:59.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, hastalik, kizamik, sorik, turk tabipler birligi, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Li Tirkîyeyê ji ber aşinekirin û koçên bêkontrol her diçe hejmara kesên bi nexweşîya sorikê dikevin zêdetir dibe.

Li gor agahîyên ku Wezareta Tendirustîyê ya Tirkîyeyê pêşkêşî Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî kirine, di 5 mehên destpêkê yên 2023an da li Tirkîyeyê hejmara kesên bi nexweşîya Sorikê ketine gehiştiye zêdeyî 2 hezar kesan.

Odeya Yekitiya Tabibên Tirk dibêje bi taybetî bajarên wekî Stenbol, Bursa, Enqere, Îzmir, Edene, Manîsa, Mugla, Zonguldakê, Semsûr, Amed, Erzerom û Wanê hejmara kesên bi nexweşîya sorikê ketine zêde bûye.

Bijîjk derbarê vê yekê da endîşeyên xwe tînin ziman û ji Wezareta Tendirustiyê daxwaz dikin ku tedbîrên bilez bên wergirtin.