> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Li Ugandayê qanuna rê li ber darvekirina LGBTIyan vedike hat erêkirin
- URL: https://www.botantimes.com/li-ugandaye-qanun-hat-erekirin-lgbti-dikarin-bi-ben-darvekirine/
- Published: 2023-05-30T08:44:18.000Z
- Updated: 2023-05-30T08:44:18.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Li welatê Efriqî ya Ugandayê qanûna ku hevzayendîyê dike sûc, di Adara borî da ji aliyê parlamentoyê ve hatibû qebûlkirin.

Serokkomar Yowerî Musevenî qanûn îmze kir û xist meriyetê. Di qanûnê da ji bo hevzayendan cezayê îdamê an jî hepsa heta hetayî heye.

Li gorî nûçeya BBC Tirkîyê, ew kesên ku 'bi kesekî/ê ji 18 salî biçûktir ra têkilîyeke hevzayendî deynin' yan jî nexweşîya HIVê bi wan ra peyda bibe dê bên îdamkirin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden qebûlkirina qanûnê wekî 'binpêkirina trajîk a mafên mirovan ên gerdûnî' bi nav kir.