> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Li Wanê dê mîrasa Ehmedê Xanî bê gotûbêjkirin
- URL: https://www.botantimes.com/li-wane-de-mirasa-ehmede-xani-be-gotubejkirin/
- Published: 2024-11-25T06:48:08.000Z
- Updated: 2024-11-25T06:48:08.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Çand û huner, Edebiyat, Nûçe, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Enstîtuya Ehmedê Xanî dê gotûbêjekê li dar bixe li ser mîrasa Ehmedê Xanî bi serenavê *Xanî û Mîrasa Wî Ji Bo Roja Îro*.

Di vê gotbêjê da Ehmedê xanî bi çendîn alîyan ve tê gotûbêjkirin. Lêkoler û dîrokzan Sinan Hakan, parêzer Fırat Aydınkaya û Akademîsyen Abdulhadi Timurtaş dê gotarên xwe pêşkêş bikin bi moderatorîya Ramazan Kaya.

Abdulhadi Timurtaş dê li ser mijara Ehmedê Xanî û Kesayetîya wî ya Ilmî û Edebî biaxive, Fırat Aydınkaya dê li ser mijara Ehmedê Xanî di Sedsala 21emîn da biaxive û Sinan Hakan jî dê li ser Ehmedê Xanî di Peywendîyeke Dîrokî da biaxive.

Gotûbêj 30ê Mijdarê, li Wanê li avahîya VanTSOyê saet 17:00 dest pê dike.

Enstîtuya Ehmedê Xanî sazîyeka sivîl e, li ser şopa Ehmedê Xanî kar û xebatên çand û hunerî dike. Enstîtu cara ewil li Stockholmê sala 2024an ava bûye û aniha jî şaxeka wê li Wanê ava bûye ku berîya niha lansmana xwe kiribûn û gotûbêjek jî li dar xistibûn.

Çavkanî: Botan Times, Enstîtuya Ehmedê Xanî

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2024/11/WhatsApp-Gorsel-2024-11-24-saat-23.26.37_7f3ac14e.jpg)