> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Li Wanê hemû çalakî hatin qedexekirin
- URL: https://www.botantimes.com/li-wane-hemu-calaki-hatin-qedexekirin-2/
- Published: 2023-08-19T09:55:56.000Z
- Updated: 2023-08-19T09:55:56.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Li Wanê hemû çalakiyên weki xwenîşandan, civînên çapemeniyê, meş û grev 2 rojan hatin qedexekirin.

Walîtîya Wanê di derbarê qedexekirina çalakiyan da li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek belav kir.

Parêzgariyê di daxuyaniya xwe da îdia dike ku qedexe “ji bo parastina can û malê welatiyan” hatiye girtin.

Li Wanê ev çend hefte ne bi berdewamî rojên şemî û yekşeman bi biryara Walîtiyê lidarxistina çalakiyan tê qedexekirin.