> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Li Amedê şûştina xalîçe û wesayîtan qedexe ye
- URL: https://www.botantimes.com/li-wi-bajari-sustina-xalice-u-wesayitan-qedexe-ye/
- Published: 2023-08-08T14:35:21.000Z
- Updated: 2026-05-17T23:07:30.000Z
- Author: Medyaya Herêmî
- Tags: Nûçe, Amed, AV, Qedexe, Şûştin, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Li Amedê ku germahîya hewayê derketîya asteke xeternak, li bajêr ava vexwarinê jî kêm bûye.

Ji bo ava vexwarinê neyê qutkirin ji îro pê da bikaranîna avê jî hatiye sînordarkirin.

Li gorî biryara ku ji aliyê şaredariya Amedê ve hatiye girtin li bajêr 5 rojan şûştina otomobîlan û 3 rojan jî şûştina xalîçeyan qedexe ye.

Kesên ku li gorî biryarê tevnegerin dê li wan hezar û 295 lîreyên tirkan cezayê pere bê birîn.

Li bajêr berîya çend rojan jî şûştina ber derî û kargehan jî hatibû qedexekirin.

https://www.botantimes.com/content/files/2026/05/saredariya-amede-sustina-ber-deriyan-qedexe-kirine-1.html