> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Lîstika 'Roblox' li Tirkîyeyê hate qedexekirin: Îstîsmara zarokan heye
- URL: https://www.botantimes.com/listika-roblox-li-tirkiyeye-hate-qedexekirin-istismara-zarokan-heye/
- Published: 2024-08-09T09:45:51.000Z
- Updated: 2024-08-09T09:45:51.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Rojev, 2023, Amed, DIYARBEKIR, Kurd, Kurdî, roblox, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Lîstika zarokan a navdar Roblox li Tirkîyeyê bi sebebê îstîsmara zarokan hate qedexekirin.

Li gorî daxuyanîya Saziya Teknolojiyên Zanînê (BTK) Roblox hatîye qedexekirin li Tirkîyeyê.

Li gorî nûçeya [BBC Türkçe](https://www.bbc.com/turkce/articles/c0l8w6gr7zzo.amp?ref=botantimes.com)yê Wezîrê edaletê Yılmaz Tunç li ser hesaba xwe ya Xê daye zanîn ku Roblox ji ber van sedaman hatîye astengkirin: " ji ber ku naverokên wan rê li ber îstîsmara zarokan vedikin"

Berîya niha instagram jî ji alîyê BTKyê ve, ji ber sebebên cuda yên sîyasî û civakî hatibû astengkirin û hêj jî li Tirkîyeyê venebûye.

**Çend agahî derbarê Robloxê da?**

Roblox yek ji lîstikên herî popûler e.

Naveroka lîstikê ji alîyê bikarhênerên wê ve tê duristkirin.

Bikarhêner di cîhaneka xeyalî dê dicivin û hev dibînin.

Lîstik ji bo zarokên 4 salî mezintir e.

Di vê platformê da, bikarhêner li derveyî rêbazên lîstikê tiştên cinsî dikin û avatarên wan di têkilîyeka cinsî ya xeyalî da têne ba hev.