> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Lîstika 'Sera Pîra' dê li Amedê li pêşberî temaşevanên xwe be
- URL: https://www.botantimes.com/listika-sera-pire-de-li-amede-li-pesberi-temasevanen-xwe-be/
- Published: 2024-10-31T08:39:58.000Z
- Updated: 2024-10-31T08:39:58.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Çand û huner, Nûçe, Amed, DIYARBEKIR, Kurd, Kurdî, şaneşîn performans, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Lîstika Şaneşîn Performansê, Sera Pîra dê li Amedê li Şanoya Bajar a Amedê li pêşberî temaşevanên xwe be.

Koma Şaneşîn Performans dê bi lîstika xwe ya nû, ya bi navê *Sera Pîra* li pêşberî temaşevanên xwe be.

Lîstik ji Alfonso Paso hatîye wergêran û adaptekirin ku wergêra wê ji alîyê Ümit Aktaş ve hatîye kirin.

Lîstik 2yê Mijdarê, li Amedê li salona Şanoya Bajar a Amedê, saet 19:30an dê li pêşberî temaşevanên xwe be. Maweyê lîstikê saetek e.

Ji bo bilêtan [bitikîne](https://biletinial.com/tr-tr/tiyatro/sera-pira?fbclid=PAZXh0bgNhZW0BMQABpgLXShETDuAQ93E-NmkhKb-E-aBvgIwCXiyg44U3na4sEeER%5Fcq8WrhKRw%5Faem%5F29VSkQteRBe4JmwXnCNaeg&ref=botantimes.com).

Şaneşîn Performans 9ê Sibata sala 2022an, li Mêrdînê ji alîyê çend mamosteyên zimanê kurdî û dildarên hunera kurdî ve hatîye avakirin. Ew derketine turneyan û wan li gelek bajaran lîstikên xwe pêşkêş kirine.

**Derbarê Lîstikê da:**

Li nexweşxaneyê, jinek û mêrek li hêvîya dora xwe ya muayeneyê ne, dema ku li beda dora xwe ya muayeneyê ne piştî sohbet û nêzîkatîya wan dilê wan dikeve hev. Bi vî awayî bûyer li se bûyerê tê heta roja daweta her duyan. Qîza jinikê û lawê mêrikî ewil li dijî zewaca her duyan derdikevin lê paşî, piştî demekî êdî tiştek ji destê wan jî nayê û nikarin xwe li hemberî wan û zewacan wan bigirin.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2024/10/WhatsApp-Gorsel-2024-10-31-saat-11.30.31_bca1ebfa.jpg)