> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Lîstikvana kurd Ala Reyanî: Divê em bi xwe destanên xwe bi hunerê vebêjin
- URL: https://www.botantimes.com/listikvana-kurd-ala-reyani-dive-em-bi-xwe-destanen-xwe-bi-hunere-vebejin/
- Published: 2024-09-09T14:14:12.000Z
- Updated: 2024-09-09T14:14:12.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Çand û huner, Amed, Kurd, Kurdî, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Li ser Netflixê rêzefîlma Xîlafetê diweşe ku tê da lîstikvanên kurd jî cih digirin.

Film li ser rêwitîya kesên rastgir e ku ji Swêdê diçin Sûrîye û Iraqê ji bo ku bibin endamên xîlafetê.

Lîstikvaneka kurd a filma Xîlafetê Ala Reyanî derbarê serborîya xwe ya filmê da ligel [Rûdawê](https://www.rudaw.net/kurmanci/culture/090920241?ref=botantimes.com) diaxive.

**Beşek ji hevpeyvînê wiha ye:**

**“Kes ji Kurdan baştir nizane hûrgilîyên Kurdbûnê nîşan bide”**

Ala Reyanîyê da zanîn ku ji bextê wê yê çê pisporekî leşkerî wekî şêwirmend bi tîma wan re hebû ku beşdarî şerê DAIŞê bûbû, ji derhêner re gotîye:

“Divê ew dîmen nebe ji ber ku kurd îşkenceyê nakin û ne tiştekî wiha ye ku li nik wan heye” û got, “êdî ew beş jê bir.”

Ala Reyanî di wê bawerîyê de ye ku di her warî de mafên Kurdan hatine xwarin û ku digihe warê hunerê jî gelek tiştên Kurdan hene ku divîyabû wekî xwe bihatana nîşandan lê nehatin nîşandan.

Ala Reyanîyê anî ziman:

“Divê em bi xwe destanên xwe bi hunerê vebêjin. Her wiha zaf girîng e ku em wekî Kurd beşdarî wan fîlman jî bibin ku kesên din ên ne Kurd wan çêdikin û rolên kesên Kurd di wan de hene.

Ji ber ku ti kes ji Kurdan bi xwe baştir nizane hûrgilîyên Kurdbûnê nîşan bide.”

[Ji bo berdewamîya hevpeyvînê bitikîne.](https://www.rudaw.net/kurmanci/culture/090920241?ref=botantimes.com)