> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Lîstikvanê Amedsporê yê berê Deniz Naki gote Aziz Elaldı îstîfa bike
- URL: https://www.botantimes.com/listikvane-amedspore-ye-bere-gote-aziz-elaldi-istifa-bike/
- Published: 2024-08-22T07:43:30.000Z
- Updated: 2024-08-22T07:43:30.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Spor, Amed, DIYARBEKIR, Kurd, Kurdî, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Lîstikvanê Amedsporê yê berê gote Aziz Elaldı îstîfa bike.

Kaptanê Amedsporê yê berî Deniz Naki li ser Xê peyamek da Aziz Elaldı û tê da bang li Aziz Elaldı kîrîye ku ew dev ji karê xwe berde û îstîfa bike.

**Deniz Naki di peyama xwe da wiha gotîye:**

"Divê dawî li kiryarên te yên nelirê yên serokatîya te ya Amedsporê bên. Ez mohletî didim te ku tu heta dawîya hefteyê îstîfa bikî. Hekena ez dê wan kiryarên te yên nelirê bo raya giştî ragihînim. Ev wezîfeya min e bo xweşdivî û cemawera Amedsporê."

Denîz Nakî di navbera 2015-2018an de lîstikvanê Amedsporê bû.

Tirkiyeyê ji ber nîşana zaferê ew ji futbolê men kirirbû/qewirandibû û ew jî çûbû Ewropayê.