> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# LiteraKurd Mala Wêjeyê dê li Sûra Amedê vebe
- URL: https://www.botantimes.com/literakurd-mala-wejeye-de-li-sura-amede-vebe/
- Published: 2025-04-06T07:55:34.000Z
- Updated: 2025-04-06T07:55:34.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Edebiyat, Nûçe, #Migrated-1779045399267, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:16

**Serdar Şengül û Mehmet Dicle wê bi bernameya "Di Serdema Modern de Kurd, Bajar û Edebiyat"ê beşdar bibin**

06/04/2025

LiteraKurd Mala Wêjeyê, dê di 6ê Nîsana 2025an de li Sûra Amedê deriyê xwe ji hezkiriyên edebiyatê re veke. Bi minasebeta vekirinê wê Serdar Şengül û Mehmet Dicle bi bernameya "Di Serdema Modern de Kurd, Bajar û Edebiyat"ê xêrhatina mêvanan bikin û piştî bernameyê jî wê Kokteyla Vekirinê hebe.

Malên Wêjeyê li bajarên dinyayê di pêşketin û danasîna edebiyat, bajar û neteweyan de roleke sereke pêk tînin. LiteraKurd jî bi mebesta ku bibe navenda ziman û wêjeya kurdî, wê bi çalakiyên edebî rengê kurdî li bajêr geş bike. Herwiha deriyên bajêr ji edebiyatên dinyayê re veke û edebiyata kurdî bi edebiyatên dinyayê re têkildar bike.

## Armancên malê

Edebiyata kurdî ya ku bi sînorên siyasî û zimanî ji hev qetiyaye dixwaze bigihîne hev. Nivîskar û xwînerên kurdî bîne cem hev û bi atolye û kursên nivîsê edebiyata nûjen geş bike.

Bîra me ya ku bi gelek sedeman belavbûyî, nêt ew e ku bi tevgereke kolektîf bîne cem hev. Herwiha nivîskarên kurd û nivîskarên dinyayê bike mêvan û wan û xwîneran bîne cem hev.

LiteraKurd encama fikir û keda gelek nivîskar û rewşenbirên Kurd e.

**Çavkanî:** Botan Times