> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Malpera csdestek.orgê dest bi weşana kurdî jî kiriye
- URL: https://www.botantimes.com/malpera-csdestek-orge-dest-bi-wesana-kurdi-ji-kiriye/
- Published: 2021-12-25T08:29:03.000Z
- Updated: 2021-12-25T08:29:03.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, SERNÛÇE, csdestek, Jin, tûndî, #Migrated-1779047441378, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:50

Malpera [csdestek.org](https://csdestek.org/?ref=botantimes.com)ê dest bi weşana kurdî jî kiriye. Zimanê malperê tirkî bû niha zimanên, erebî û inglîzî û kurdî jî li malpera xwe zêde kirine. [csdestek.org](https://www.csdestek.org/ku/?ref=botantimes.com) ji bo kesên ku tûndkariya zayendî li wan hatiye kirin û li jiyanê manê bikaribin zêdetir ji mafên xwe sûd werbigirin e. Bi armanca ku zêdetir xwe bigihîne yekîne û xizmetên piştevaniyê hatiye amadekirin. Malperê bi zimanê kurdî, erebî û îngilîzî dest bi weşanê kiriye.

Di malpera [csdestek.org](https://www.csdestek.org/ku/?ref=botantimes.com)ê de bi armanca ku penaber, koçber û penaxwazên ku ne hemwelatîyên Tirkîyeyê ne lê li Tirkîyê dijîn, piştî tundkariya zayendî bikaribin mafên xwe fêr bibin, zanyariyên rojane cih digirin.

## Di derbarê csdestek.orgê de

[**csdestek.org** ](https://csdestek.org/?ref=botantimes.com)ji bo pêdiviyên wan kesan amade bûye ku ji tundkariya zayendî rizgar bûne û armanca wê ew e ku zanyariyan bide kesên tacîz, tecawiz û di zaroktiyê de îstismara zayendî li wan bûye û jê rizgar bûne.

csdestek.org; tê de ew zanyarî hene ku piştî tundkariya zayendî yan jî tundkariyên cida li te were kirin tê çawa gilî bike, tê çawa pêvajoyên piştî tundkariyê yên te dixin tengasiyê çareser bike û hin mijarên din, her weha navendên piştgiriyê yên tê li Stenbolê bikaribe piştî tundkariyê serî li wan bide, zanyariyên din û çavkaniyên din.

*Bianet kurdî\**