> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Malpera Xwebûnê hat astengkirin
- URL: https://www.botantimes.com/malpera-xwebune-hat-astengkirin/
- Published: 2024-01-27T07:49:04.000Z
- Updated: 2024-01-27T07:49:04.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, 2023, Amed, DIYARBEKIR, HDP, Kurd, Kurdî, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Malpera Xwebûnê hat astengkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Xwebûn ji hêla 2’yemîn Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya Erziromê ve hate astengkirin. Dadgerîyê derbarê hinceta astengkirina malpera rojnameyê ya “xwebûn1.org” de tu agahî parve nekir.

Hat zanîn ku parêzerên Rojnameya Xwebûnê dê derbarê biryara dozgerîyê de, di 29’ê çileye de îtîrazê bikin. Xwînêrên rojnameyê dikarin li ser "https://xwebun.org/" malpera rojnameyê bişopînin.

Xwebûn tekane rojnameya kurdî ye li bakur ku weşana xwe hem bi awayekî matbû hem jî bi awayekî online didomîne.