> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Malpera Zazakî Newsê dest bi weşanê kiriye
- URL: https://www.botantimes.com/malpera-zazaki-newse-dest-bi-wesane-kiriye/
- Published: 2023-05-23T11:10:02.000Z
- Updated: 2023-05-23T11:10:02.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Malpera Zazakî Newsê a ku dê bi zaravayê Zazakî nûçeyan biweşîne dest bi weşanê kiriye.

Yek ji armanca sereke ya malpera Zazakî Newsê ew e ku nûçeyan bi zimanê dayikê pêşkêşî xwendevanên xwe bike.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/05/foto-zazaki-newe-1.png)

Damezrînerê malperê Rojnameger Enver Yilmaz ji Botan Timesê ra dibêje;

> Malpera Zazakî Newsê (www.zazakinews.com) platformek e û dê rojane nûçeyan çêbike. Her wiha di qada xwe da jî yekem e. Bi rastî hewcedariyek wiha jî hebû. Nûçeyan bi zaravayê Zazakî pir tevlîhev bûn. Lê niha me niha platfomek ava kiriye û herkes dikare ji me re nivisên xwe binivsîne.  
>  
> *Enver Yilmaz*