> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Malperên Avesta û Rudawê hatin girtin
- URL: https://www.botantimes.com/malperen-avesta-u-rudawe-hatin-girtin/
- Published: 2023-02-22T16:38:30.000Z
- Updated: 2023-02-22T16:38:30.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: erdhêj, Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Dadgeha Silh a Cezaya 4an a Enqereyê bi hinceta,“propagandaya rêxistina "PKK/KCK dike” web sîteya Avestayê ([http://avestakitap.com](https://t.co/lXpx3n5hOA?ref=botantimes.com) ) girt.

Di malpera ku hate girtin de tenê danasîn û firotina kitêban dihate kirin.

Avestayê dij biryara dadgehê li ser hesaba xwe ya Twitterê got;

> Li gel qedexekirina kitêban ev sansûreke fiîlî ye, nayê qebûlkirin.

Her wiha ne tenê malpera Avestayê malpera Rudawê jî hate girtin.

Biryar ser daxwaza Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Tirkîyeyê hate girtin.

Di derbarê girtinê de heta niha ji aliyê saziyê ve daxuyaniyeke nehatiye belavkirin.