> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Mamikên Gundikê Melî / Herêma Botan
- URL: https://www.botantimes.com/mamiken-gundike-meli-herema-botan/
- Published: 2023-02-01T18:45:06.000Z
- Updated: 2023-02-01T18:45:06.000Z
- Author: Murat Bayram
- Tags: SERNÛÇE, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Mamik li hin herêman wek tiştonek têne zanîn. Min ev mamikên li jêr sala 2010ê ji bo malpera xwe Kurdîgehê berhev kiribûn. Gundikê Melî 10 kîlometreyan ji navenda Şirnexê dûr e.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/02/Gundike-Meli.png)

Gundikê Melî, Wêne: Malpera Gundikê Melî

Bersiva mamikan li jêr e.

\---

- **1**. Mamkê min ê mamanî

*Qesra spî bê derî. Çî ye*?

- **2**. Mamkê min ê mamanî

*Rojê bûk e şevê pepûk e. Çî ye*?

- **3**. Mamkê min ê mamanî

*Pirtika karê li ser guhê darê. Çî ye*?

- **4**. Mamkê min ê mamanî

*Sindirûka li ser sindirûkê mifte ya li destê bûkê. Çî ye*?

- **5**. Mamkê min ê mamanî

*Sergelgele bingelgele çavzîq û simbêlbel e. Çî ye*?

- **5**. Mamkê min ê mamanî

*Hilindo milindo kurek ji babê bilindo. Çî ye*?

- **6**. Mamkê min ê mamanî

*Tişta tiştanî di nêv mîzera siltanî ji bilî Xwedê kes nizanî. Çî ye*?

- **7**. Mamkê min ê mamanî

*Ji hire heta Mûsil hemî morîyên sinsil. Çî ye*?

- **8**. Mamkê min ê mamanî

*Ji hire heta Bexda kulav rada. Çî ye*?

- **9**. Mamkê min ê mamanî

*Serhilû ye ne mar e, grêkodel e ne dar e, giya dixwe ne dewar e. Çî ye*?

- **10**. Mamkê min ê mamanî

*Şil bike, rep bike, tê re bike. Çî ye*?

- **11**. Mamkê min ê mamanî

*Vî milî teht e wî milî teht e nêvê de şil û şeht e. Çî ye*?

- **12**. Mamkê min ê mamanî

*Mezela şuştî û miştî du feqên çavreş tê de rûniştî. Çî ye*?

- **13**. Mamkê min ê mamanî

*Tu girê didî diçe, tu berdidî disekine. Çî ye*?

- **14**. Mamkê min ê mamanî

*Reş e reş e wek qîr, kutilka çêdike wek mala mîr. Çî ye*?

- **15**. Mamkê min ê mamanî

*Reş e reş e wek qîr difire wek tîr. Çî ye*?

- **16**. Mamkê min ê mamanî

*Zerik goştînî, girar qîrînî, hesko darînî. Çî ye*?

- **17**. Mamkê min ê mamanî

*Bazina xezalê gêr bû newalê. Çî ye*?

- **18**. Mamkê min ê mamanî

*Ez ji tehtê de diavêjim naşikê ez diavêjim kulekukê de dişikê. Çî ye*?

- **19**. Mamkê min ê mamanî

*Keçika dukezî serbanan ve bezî. Çî ye*? · ·

- **20**. Mamkê min ê mamanî

*Yekê got ayy! milê mino. yekê got::* ayy! pişta mino. yekê got xwezka min û canê mino. Çî ye*?*

- **21**. Mamkê min ê mamanî

*Ji şikêrê ye ji têrê ye ji rêrê ye. Çî ye*?

- **22**. Mamkê min ê mamanî

*Komkirî barê gakê vekirî weke çîyakê. Çî ye*?

- **23**. Mamkê min ê mamanî,

*Mamê bi lingikê diçe şerê gundikê. Çî ye*?

- **24**. Mamkê min ê mamanî,

*Ser text e, bin text e, di nêvê de pîrek bê bext e. Çî ye*?

- **25**. Mamkê min ê mamanî

*Ker zirî kuşpil firî. Çî ye*?

- **26**. Mamkê min ê mamanî

*Hespê boz kir toz. Çî ye*? ·

- **27**. Mamkê min ê mamanî

*Çil çîk in, çil berçîk in çil ode ne çil kilîle ne. Çî ye*?

- **28**. Mamkê min ê mamanî

*Sînîya savarê ya li ser guhê darê. Çî ye*?

- **29**. Mamkê min ê mamanî

*Şikefta tarî tejî tê de mirarî. Çî ye*?

- **30**. Mamkê min ê mamanî

*Ez çûm şikeftekê min darek rast nedît ez bigirim bi destê xwe. Çî ye*?

- **31**. Mamkê min ê mamanî

*Çêlekoka zerik ji xwe re di gere. Çî ye*?

- **32**. Mamkê min ê mamanî

*Sermişar e, pêxepar e, heçî nezane dewar e. Çî ye*?

- **1**. *Hêk*
- **2**. *Nivîn*
- **3**. *Kon*
- **4**. *Gêruse*
- **5**. *Rêvas*
- **6**. *Jina Hemle*
- **7**. *Baran*
- **8**. *Berf*
- **9**. *Kusî/Şkêvlatok*
- **10**. *Ta û Derzî*
- **11**. *Hevîr*
- **12**. *Goz*
- **13**. *Pêlav/Sol*
- **14**. *Kêza Gû*
- **15**. *Kêç*
- **16**. *Kil û Kildank*
- **17**. *Mar*
- **18**. *Kewzan/Kizwan*
- **19**. *Bangur*
- **20**. *Dîwar, Girş û Bangur*
- **21**. *Gêruse*
- **22**. *Kon*
- **23**. *Mîrkut/Mêkut*
- **24**. *Kusî/Şkêvlatok*
- **25**. *Tiving/Tifek*
- **26**. *Aş*
- **27**. *Pîvaz*
- **28**. *Hinar*
- **29**. *Dev û Didan*
- **30**. *Şaxê Bizinan*
- **31**. *Kulind/Kundir*
- **32**. *Dîk/Dîkil*