> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Mamosteyên kurdî jî heta dawîya tebaxê dikarin serî li Navenda Perwerdeya Gelî bidin
- URL: https://www.botantimes.com/mamosteyen-kurdi-ji-heta-dawiya-tebaxe-dikarin-seri-li-navenda-perwerdeya-geli-bidin/
- Published: 2023-08-26T09:36:26.000Z
- Updated: 2023-08-26T09:36:26.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, dersakurd, Kurdi, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Li Navenda Perewerdeya Gelî (Halk Egitim Merkezi) serlêdanên mamosteyan ya ji bo dayîna kursan di 1ê tebaxê da destpê kir û dê heta 31ê tebaxê bidome.

Li gor nûçeya Dengê Amerîkayê, Mamosteyên Kurdî jî li hemû bajarên Tirkîyeyê dikarin heta dawîya vê mehê serî li sazîyê bidin û bi awayekî fermî perwerdeya kurdî bidin xwendekaran.

Ji bo vekirina qursekî divê mamosteyekî/a herî kêm 12 xwendekaran pêyda bikin.

Hêjayî gotinê ye ku li Tirkîyê dersa kurdî tenê li dibistanên dewletê li polên 5, 6, 7 û 8ê wek dersên bijarê tên dayîn.