> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# "Me rê neda ku HDP û HUDA PAR siyaseta Tirkan dîl bigirin"
- URL: https://www.botantimes.com/me-re-neda-ku-hdpye-u-huda-pare-siyaseta-tirki-dil-bigirin/
- Published: 2023-05-21T07:56:21.000Z
- Updated: 2023-05-21T07:56:21.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Berbijêrê Serokkomarîyê yê Tifaqa ATAyê Sînan Ogan di hilbijartinên Serokkomarîyê yên di 14ê Gulanê da ji sedî 5,17ê dengan wergirtibû û bûbû sêyemîn.

Oganî li ser hesabê xwe yê Twîtterê 11 xalan parve kirin û got “Me rê neda ku HDP û HUDA PAR siyaseta Tirkan dîl bigirin.”

Oganî diyar kir ku wan nîqaşên "partîyên kilît" ên li ser HDPyê ji holê rakirine û neteweperestên Tirk xistine pozîsyoneke sereke.

> Me dengdêrê neteweperestên Tirkan a ku wek yedek diha dîtin, dîsa xiste navenda siyasetê.  
>  
> Sînan Ogan

Ogan destnîşan kir ku ew dikarin rojeva sereke ya hilbijartinên serokkomarîyê diyar bikin û got, “Me wisa kir ku berbijêrên ku derbasî gera duyem bûne xwe bi gotinên me ve girê bidin.”

> [](https://twitter.com/DrSinanOgan/status/1660023875055304705?ref=botantimes.com)