> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# "Medyascope"ê dest bi weşandina nûçeyên Kurmancî kiriye
- URL: https://www.botantimes.com/medyascopee-dest-bi-wesandina-nuceyen-kurmanci-kiriye/
- Published: 2024-08-02T12:05:03.000Z
- Updated: 2024-08-02T12:05:03.000Z
- Author: Murat Bayram
- Tags: Nivîskar, Rojnamegerî, Ziman, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Malpera Medyascopeyê ya ku bi zimanê Tirkî weşana xwe dike dest bi weşandina nûçeyên bi zaravayê Kurmancî yê Kurdîyê kiriye.

Di malperê de ji bilî Kurdî nûçeyên Fransî û Ingilîzî jî hene. Nûçeyên Kurdî di kategorîya "[Nûçeyên](https://medyascope.tv/author/nuceyentirkiyeye/?ref=botantimes.com) Tirkiyeyê" de tê weşandin.

Di malperê de ji duhî ve 6 nûçe hatine weşandin.

## Heyse: Em serbilind in!

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2024/08/Kaya-Heyse.jpeg)

Kaya Heyse

(Çavkanîya wêneyî: Medyascope )

Koordînatorê nûçeyan û Midûrê Berpirs ê *Medyascope*ê Kaya Heyse li ser dest pê kirina nûçeyên Kurdî ji Botan Timesê re ho got:

> Em ji bo servîsa nûçeyên navneteweyî em li kesekî/ê digerîyan ku wek edîtor kar bike. Ji berbijaran yek jî Mehmet Salih Tatli bû. Ew ne bi tenê bi Ingilîzîya xwe her weha bi Kurdîya xwe jî berbiçav bû. Me û wî li hev kir. Niho em bi hatina wî vê kêmaya xwe (nebûna Kurdî) temam dikin. Armanca me ew e ku em di demekê nêzîk de vîdeoyên Kurdî çêbikin. Em gelekê keyfxweş ê serbilind in.

Di medyaya Tirkî de ji bilî Medyascopê, bianet û Gazete Duvar jî nûçeyên Kurdî diweşînin.