> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Mem Araratî strana xwe ya nû weşandîye
- URL: https://www.botantimes.com/mem-ararat-li-heviya-barane/
- Published: 2023-03-30T09:13:08.000Z
- Updated: 2023-03-30T09:13:08.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, Lê heviya baraê, Mem Ararat, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Mem Araratî strana xwe ya nû bi navê "Li hêviya baranê" derxistîye.

Klîba stranê li ser youtubeê hatîye weşandin. Wî di danasîna stranê da wiha nivîsiye:

> Dil dixwest em her tim kêfxweşiya xwe parve bikin lê mixabin li vê dunyaya gewrik têra xwe xem û kul jî henin gelî dost û hevalan.Bî hêvî me stranên me bibe sedema kêfxweşiya we hemûyan.Lewma kêfxweşiya we dibe sedema bextewariya me.

Stranbêj Araratî ev gotina stranê ji bo xatirê zarokatiyê xwe nivîsîye.

> Ev stran bermahiya sala 2010 an e gelî hevalan.Min ji bo xatirê zarokatiyê nivîsî. Di zarotiya me de, dema payîza paşîn baranên ewilî dibariya em zarok derdiketin ser kaşkaşokê li binya malan û me wisa digot ji dilopên baranê yên ewilî re : "Baranê Bibar çivîkan genimê te xwar,sêwîkan nankê te xwar" Dibe kû ji ber vê be ,kengî baran bibare hîn jî zarok im. Herweha spasî bo hemû rêhevalên min, ^İlkan,Nîhad,Serkan,Huseyîn ,Roza,Robîn û Sozdar.  
>  
> Mem Ararat